Bangawaziya Li Rewşenbîrên Kurd!

Bangawaziya Li Rewşenbîrên Kurd!

Rewşenbîrên hêja yên ku welatê wan di bin dagirkeriyê de ye û mafên wan ên jidayîkbûnê bigire heya mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê jî tê înkarkirin û qedexe kirin!

Li ruyê cîhanê bi temamî, 56 dewletên misilman hene. Tenê 22 ji wan dewletên Ereban in. Baş e, ma em ronakbîrên Kurd ne sûcdar in ku Kurdên bi nifûsa xwe ya 50 milyonî û rûbera erdnîgariya 530 hezar metreçargoşe hê jî li ser gerstêrka me bêdewlet in? Dema ku li dijî çar parçeyên welatê me şerekî hovane diqewime, welatê me tê wêrankirin û hewl tê dayîn pêşeroja me were tarîkirin, em nikarin li hember tiştên ku diqewimin ji ber berpirsyariya rewşenbîrên rasteqîn xemsar bimînin. Di vê wateyê de pêwîstiyeke dîrokî ye ku rewşenbîrên Kurd li cîhanê, li çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî li Ewropayê hewldaneke sazîbûnê bidin meşandin.

Pêwîstiya me bi lezgînî bi yekîtiyek heye ku pişta xwe bi tu pêkhateyên leşkerî û siyasî ve girê nede li dijî jenosîda berdewam a li ser gelê me, li ser bingehê azadî û rizgariya me be, berjewendiyên me yên netewî di ser partiyan re bigire û xizmeta serxwebûna welatê Kurdistanê bike. Di bin statûya kolonyal û rizgariya neteweya Kurdistanê de ye.

Bi vê boneyê em bi berpirsyariya ku dawî li hebûna siyasî û leşkerî ya dagirkerên Tirk-Ereb-Fars li welatê xwe bînin, bêrêxistinbûna xwe veguherînin yekitiya neteweyî û bi hişmendiya zanistî, demokrasî û edaletê bi armanca netewetiya xwe tevbigerin.

Ji bo ku rewşa heyî bi awayekî realîst binirxînin, ji bo ku fikrên stratejîk ên bikêrhatî derxînin holê û ji bo pêkhateyên siyasî piştgirîya rewşenbîrî bê kirin, ez pêşniyar dikim ku bi navê “TEVGERA AZADÎYA KURDÎ ya AZAD” konferanseke berfireh bê lidarxistkin û li seranserê Kurdistanê zemîneke guftûgoyê ya berfireh bê çêkirin.

Karên partî, rêxistin û dezgehên siyasî cuda ne; lê ew dikarin nûnerên xwe bişînin konferansa ku em pêşniyar dikin. Li gel berjewendiyên neteweyî, saziyên siyasî jî ji bo hebûna xwe ya rêxistinî nîşan bidin, li berjewendiyên xwe yên rêxistinî-partî difikirin û temaşe dikin. Li aliyê din rewşenbîr di vê pêvajoya dijwar de nirxên netewî, rizgariya netewî, yekîtiya netewî û ronakbîriya civakî esas digirin.

Weke ku tê zanîn ronakbîr ew kes e ku azadiya gelê xwe an jî civaka ku tê de ye diparêze, hawîrdora dîrokî-civakî bi awayekî kur analîz dike, pirsgirêkan derdixe pêş û ji bo pêkanîna rewşek çêtir têdikoşe. Bi hişmendiya berpirsiyariyê jîngehek xweşiktir û xweştir. Bi kurtî, rewşenbîr ne xwedî partî, ne serok û ne jî berjewendî ye. Ronakbîr wijdan, pênûs, pirtûk û mamosteyê civakê ye. Yan jî pêxemberê civakeke ku hatiye tevizandin û bûye kole ye.

Di encama perçebûna Kurdistanê de şert û mercên kolonyalîzmê û belavbûna Kurdan li seranserê cîhanê, li Ewropayê dîasporayeke Kurd derket holê. Îro ji her demê zêdetir mecbûrî ye ku rewşenbîrên Kurd bibin yek. Pêdiviya lezgîn bi pêkhateyek rêxistinkirî heye ku bi berpirsyariya rewşenbîran li hemberî têkoşîna azadiyê ya her çar parçeyên Kurdistanê, di ronakbîriya civakî ya gelê me de bibe alîkar û mafên wî yên netewî biparêze.

Rewşenbîrên Kurd di demeke kurt de dikarin çi bikin? Bi zanîna wê yekê ku gelê Kurd rastî asîmîlasyoneke giran û heta qetlîameke giran tê, dikare rola pirekê di navbera partî û sazîyan de bilîze, her wiha bi parastinê re piştgirî û perspektîfek manewî bide doza neteweyî ya ku li her parçeyekî Kurdistanê pêş dikeve. Yekîtiya neteweyî ya di navbera partiyan de. Pêşxistina dostanî û peywendiyên dîplomatîk bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, dewletên Ewropaya Rojava, welatên Îslamî, Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û saziyên navneteweyî yên mîna wê re û globalîzekirina doza serxwebûna Kurdistanê dikare pêşengiyê bike.

Ji bo van pêşniyarên li jor û hîn girîngtir û lezgîntir pêwîstî bi konferans û rêze konferansan heye. Ji ber vê yekê ez pêşniyar dikim ku beriya niha di nav me de “Komîteya Amadekar” bê hilbijartin û heta niha rewşenbîrên ku ev deklerasyon îmze kirine bên cem hev û piştî rêze konferansên li pêş me bibin sazî.

 

Ligel rêz û silavan.

 

Kadîr Amaç

Belçîka-Brûksel

 

Têbînî: Hevalên rewşenbîr, ên ku danezanê dixwînin û dixwazin îmze bikin, dikarin nav, paşnav, şax û navê welatê ku lê dijîn binivîsin û ji navnîşana jêrîn re bişînin:

Kadiramac@hotmail.com

25602 cevaplar
  1. 카지노알본사
    카지노알본사 says:

    Normally I don’t study articles on blogs, but I would say this one got me motivated to look it up and do it! I am amazed by your taste in writing. You can’t imagine how much time it took me to get this information! Thank you!

    Yanıtla
  2. gateio
    gateio says:

    I am sorting out relevant information about gate io recently, and I saw your article, and your creative ideas are of great help to me. However, I have doubts about some creative issues, can you answer them for me? I will continue to pay attention to your reply. Thanks.

    Yanıtla
  3. creek gate io
    creek gate io says:

    I am an investor of gate io, I have consulted a lot of information, I hope to upgrade my investment strategy with a new model. Your article creation ideas have given me a lot of inspiration, but I still have some doubts. I wonder if you can help me? Thanks.

    Yanıtla
  4. gate io
    gate io says:

    After reading your article, it reminded me of some things about gate io that I studied before. The content is similar to yours, but your thinking is very special, which gave me a different idea. Thank you. But I still have some questions I want to ask you, I will always pay attention. Thanks.

    Yanıtla